Sereke » Nûçenameya dudiyan – çapa dudiyan

Nûçenameya dudiyan – çapa dudiyan

180 views

Rêxistinên girêdayî Hevbendiya Rêxistinên Civaka Sivîl li Bakur û Rojhilatê Sûriyê CSO-NES xebatên xwe yên sivîl di sektorên di nava Hevbendiyê de (geşepêdan, alîkarî, tenduristî, mafên mirovan, jin, çand û hevgirtina civakê) didomînin.

Hevbendiya Rêxistinên Civaka Sivîl bi rêya rêxistinên girêdayî xwe, hewl dide civaka sivîl pêş bixe û roleke wê di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hemî bilîze. Herwiha têkiliyên di navber de jî xurt bike.

 

Hin çalakiyên Rêxistinên girêdayî Hevbendiya Rêxistinên Civaka Sivîl li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di heyvên Tebax û Îlona 2022an de.

1- Civîn bi nûnerên Rêvberiya Xweser re

Hevbendiya Rêxistinên Civaka Sivîl li bakur û rojhilatê Sûriyê civînek li dar xist û tê de hin nûnerên rêxistinên civaka sivîl li Reqayê bi Berpirsê Têkiliyan yê Meclisa Sûriya Demokratîk birêz Hesen Mihemed Elî re civiyan. Di civînê de li ser rewşa dawî ya siyasî û meydanî axivîn. Di nava axaftinan de jî behsa rola civaka sivîl li ser biryarên navdewletî di warê dabînkirina jiyaneke ewle ji Sûriyan re û aramiya herêmê kirin.

2- Rûniştinîn gotobêjî yê ji bo guftûgokirina reşnivîsa peymana civkî bi rêxistinê tevlî Hevbendiyê û nûnerên civaka sivîl li bakur û rojhilatê Sûriyê

Di çarçoveya xurtkirina rola civaka sivîl di pêşxistin û geşepêdana civaka xwecihî li bakur û rojhilatê Sûriyê, rûniştinên gotobêjî yên rêxistinên civaka sivîl li Reqa, Tebqz, Dêr El-Zor û Qamişlo hatin lidarxistin. Di rûniştinan de reşnivîsa peymana civakî guftûgo kirin û ji bo ku di foruma berfireh ya nûnerên civaka sivîl û berpirsên Rêveberiya Xweser li bakur û rojhilatê Sûriyê hin pêşinyar gotin.

 

zêdetir :  Girêdana gotarê ji malperêRûniştina QamişloRûniştina Dêr El-ZorRûniştina Tebqa

3- Gera serdanê ya rêxistinên ku tevlî Hevbendiya Rêxistinên Civaka Sivîl li bakur û rojhilatê Sûriyê

Vîdyoya gera serdanê ya rêxistinên tevlî Hevbendiyê bûne

4- Civînên asayî yên Desteya Rêveber ya Hevbendiya Rêxistinên Civaka Sivîl li bakur û rojhilatê Sûriyê

– Çalakî û pirojeyên rêxistinên ku tevlî Hevbendiya Rêxistinên Civaka Sivîl li bakur û rojhilatê Sûriyê di heyva Îlonê 2022an de

1.Rêxistina Furatuna

– Rêxistina Furatuna ji bo Geşepêdanê perwerdeya dudiyan ya pîşeyî li navenda fêrkirina pîşeyî li dibistana pîşesazî li gundê (Ebû Hemam) didomîne, ku tê de nêzîkî 80 xwendekar di çend pîşeyan de têne perwerdekirin, ango enerjiya rojê – sazgehên elektirîkê – mobîlya – aluminium û çêkirina metalan.

 

vîdyoyê temaşe bike

2.Rêxistina Dîmos

– Ji bo bihêzkirina hevgirtina civakî rêxistina Dîmos du pirojeyên biçûk bidawî kir. Pirojeya yekê beşêk ji dergeha bajarê Amûdê bi ronî kir, ku tê de 21 çireyên rojê danîn. Armanc jê jî ewe ku gefên ewlwhî kêmbikin.

Zêdetir bixwîne

3.Rêxistina Newat

– Ji ber ku pirjimariya gel pir bûye li bajarê Reqayê, Hevgirtina civakî bûye yek ji mijarên herî girîng di nava gel de. Herwiha ji ber zexta li ser xizmetên ku ji gel re têne pêşkêş kirin, mijara paqijiya giştî û avêtina bermayiyan yek ji sedemên herî girîng yên têkbirina hevgirtin û aramiya civakê ne, ji ber vê yekê û bi armanca hevgirtin û aşîtiya civakî rêxistina El-Newat civîneke berfireh bi şêneyên taxa El-Nehda re li dar xist. Di civînê de mijarên li ser aramî, parastina tevna civakî di bajar de û kêmkirina pirsgirêkan hatin gotobêj kirin.

Zêdetir bixwîne

4.Rêxistina Heyat Efdel

– Di çarçoveya çalakiyên Qada Ewle ya Nesmat de, bi sernavê “Têbînî ku ez çawa hîs dikim” çalakiya piştgiriya psîkolojîk ya sîstematîk pêk anî. Rêxistina Heyat Efdel bi hevkariya RealtimeAid 150 zarokên bi temen 4-5 salî û sêwî kirin hedef. Herwiha

Zêdetir bixwîne

5.Komeleya El-Diyar

– bi havkariya Realtimeaid di 15.08.2022an de Komeleya El-Diyar projeya “Işraqet heyat riyadiye2” li bajarê Reqayê destpêkir. Armanc ji pirojeyê ku çanda werzişê vejîne. Rêxistinê pêşbirkên lêstikên tekesî weke Karate û Tekwando li dar xistin. 200 kesên bi temen 8 heta 30 salî keç û xort tevlî pêşbirkê bûn. Ev werziş yek ji cureyên werzişê ye ku dikeve jêr dabeşkirina (xweparastinê) ji ber ku werzîşeke hêja ye ku prensîb û bingehên wê li ser xêr û xweşî û aştiyê ye. Herwiha werzişa Karate û Taekwondo mirovan fêr dike ku çawa li bedena xwe baldar be, çawa têkiliyan di navbera hevalan de çêbike û mejiyê mirovan jîr dike.

zêdetir

6.Rêxistina Şebab Oksicîn

– Di çarçoveya xebatên projeya Huner Aşîtiyê çê dike û bi destpêkirina amadekariyên vegera dibistanan re, Rêxistina Şebab Oksicîn bexçe û qada navenda jîrkirina kesên kor û ker boyax kir û xemiland. Ev çalakî beşek ji perwerdeya xêzkirina girafîkî bû. Herwiha pirojeya Huner Aşîtiyê çê dike, rêxistina Şebab Oksicîn bi hevkariya rêxistina RealtimeAid tê pêkanîn.

Zêdetir bixwîne

7.Rêxistina Pêl-Emwac Medeniyê

– Roja Çarşemê 31.08.2022ê, li navenda rêxistina Pêl ya bajarê Reqayê, bi beşdariya 20 perwerdekaran, perwerdeya alîkariya yekem bi dawî bû.

Zêdetir bixwîne

8.Rêxistina Nêxttep

– Di 27/8/2022an de li navenda rêxistina Nêxtep ya li bajarê Qamişlo û bi hevkariya rêxistina NVNV ya Fransî rûniştina çaran ya diyalogên projeya “Deriyê Diyalogê”

Zêdetir bixwîne

9.Rêxistina Xitwa ya alîkarî û geşepêdanê

– Di rûniştinên desteka psîkolojîk de, zarokan gelek teknîk wergirtin ji bo baştirkirina rehetiya derûnî. Herwiha di rûniştinan de jî fêrî jêhatîbûnên jiyanê û zêdekirina aqilê xwe yên civakî dibin.

Zêdetir bixwîne

10.Rêxistina Îwa`a

– Bi sernavê (Rewşa koçberên bajarê Reqayê di navbera rastî û hêviyê de) rêxistia Îwa`a bi piştgiriya rêxistina Inma`a El-Furat bi riya diyalogan di navbera koçber û şêniyan de destpêşxêriyek da destpêkirin. Armanc ji destpêşxêriya bi navê “di nava xwediyê me” de ku hevgirtineke civakî di navbera koçber û şêniyê bajarê Reqa yê de çêbike.

Zêdetir bixwîne

11.Rêxistina Dêrna

Nûjenkirina Komeleya Siwêdan Cezîrê

– Rêxistina Dêrna ya geşepêdanê, komeleya Siwêdan ya çandiniyê ku ev zêdetirî 3ê salan ji xizmetê derketiye nûjen kir. 700 hiktar erd yên komeleyê bêav mabû û rêxistinê hêzeke baş ya avê ji komeleyê re peyda kir, ku dikare tevahiya zeviyên ku bêav mabûn av bide, herwiha di veberhênanê de bikeve deverên zêde

vîdyoyê temaşe bike

– Li ser asta xebatên Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê

– Çalakiyên salvegera çaran ya damezrandina Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin destpêkirin

Zêdetir bixwîne

– Bi boneya salvegera çaran ya damezrandina Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîrozbahiya gelên herêmê hat kirin

 

vîdyoyê temaşe bike

– Daxuyaniya Hevseroka Desteya Tenduristiyê yê Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. ciwan Mistefa ya têkildarî şopandina şewba kolêra

vîdyoyê temaşe bike

– Ji bo rêgirtina li belavbûna nexweşiyên infeksiyonê, roja yekşemê, Desteya Rêveberiya Herêmî û Ekolojî di Rêveberiya sivîl ya Demokratîk li Dêrazorê medeya kilorê diyarî sitasyona El-Besîra kir

Zêdetir bixwîne

– Zanîngeha El-Şerq li Reqayê serîlêdana sala xwendinê ya 2022-2023 ragihand

vîdyoyê temaşe bike

– Amara herî dawî ya pêketiyên Koronayê ya ku ji aliyê komîteya tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser li bakur û rojhilatê Sûriyê ve hatiye derxistin

Pêketiyên nû : 28 – Mirin : 0 – Başbûn : 0

Hesekê : 6 – Qamişlo : 14 – Dêrik : 7 – Reqa : 0 – Amûdê : 1 – Şedadê : 0 – Girkê Legê: 0

Çil Axa : 0  – Kampa Holê : 0 – Şehba : 0 – Kobanê : 0 – Minbic : 0  – Tebqa : 0

Rimêlan : 0 – Dêr El-Zor : 0

Tevahiya pêketiyan : 39185 – Tevahiya mirinan : 1578 – Tevahiya başbûnan : 2577

 

 

You may also like

Şîroveyekê bihêle

* Bi karanîna vê formê, hûn razîbûna xwe didin hilanîn û hilanîna daneyên xwe ji hêla vê malperê ve.