Sereke » Hevbendîya Komeleyên Civaka Sivîl Li Bakur Û Rojhilatê Sûriyeyê – Hejmar 1

Hevbendîya Komeleyên Civaka Sivîl Li Bakur Û Rojhilatê Sûriyeyê – Hejmar 1

48 views

Ji bo xwedîderketina li rasteqînîya sivîl a li bakur û rojhilatê Sûriyeyê û di encama guftûgo û gotûbêjên ku di navbera nûnerên gelek komeleyên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê çalak in de, ku çend mehan dirêj kirin, me xwe li ber bersiyarîyekê dît ku vê keda xwe bixin nava hevrêzîyekê de û xwe bigihînin rasteqînîyeke sivîl a baştir ku bikare berpirsîyarîyên xwe yên civakî bi rêya hevkarî û avakirina rûbereke hevpar di navbera me de, hilgire. Li gor bawerîya me ya bi karê hevpar (em komeleyên di bin sîwana vê hevbendîyê de), armanc ji vê hevbendîyê çalakkirina mekanîzmayên girse û piştevanîyê, her wiha xurtkirina rola temamker a ku xwe dispêre alîyê sivîlane û bi awayekî xwebexş û bijardî ye. Ji vê bêhtir, ev hevbendî hewl dide rasteqînîya civakên me baş û geş bike. Her wiha nêrîn, raman û helwestan ava bike; da ku bi pirbûna çandî, tîreyî û civakî re ku ji herêma me re dewlemendîyek e, hîn bêhtir birêxistinkirî û hevgirtî be.

Name and abbreviation :

The name is in Arabic : تحالف منظمات المجتمع المدني في شمال وشرق سوريا

English name : Civil society organizations coalition in northeastern Syria | CSO-NES

Name in Kurdish : Hevbendîya Rêxistinên Civaka Sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê

Name in Syriac : ܐ ܝܪܘܣܕ ܐܚܢܕܡܘ ܐܝܒܪܓܒ ܐܝܬܢܡܕܡ ܐܫܢܟܡܕ ܐܬ̈ ܣܟܛܡ ܕܝܘܚ

Ji Armancên Hevbendîyê:

    1. Xurtkirina demokrasîyê; ew jî bi rêya beşdarkirina komeleyên civaka sivîl û avakirina hêz û şiyanên wan, her wiha çalakkirina wan da ku bikaribin rola xwe ya çavdêrane li ser pergalên hukimdarîyê bilîze.

    2. Xurtkirina hukmidarîya xwecihî ya baş ku garantîya zelalbûn, lêpirsîn, serwerîya zagonê û pirrengîya li ser astên siyasî, aborî û li ser asta navdewletî bike.

    3. Parvekirina agahî û zanyarîyan di navbera komeleyan de û xurtkirina hevkarîya çalak di nava wan de.

    4. Her wiha piştevanîya dozên taybet bi bakur û rojhilatê Sûriyeyê li ser astên xwecihî û niştimanî û li ser asta navdewletî.

    5. Beşdarbûna di danîna siyasetan ji daner û alîyên navdewletî re û arastekirina wan li gorî ku bi sektorên diyarkirî yên xwedî pêşdestîyên giştî ji hemû welatîyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê re lihevkirî bin.

    6. Her wiha xurtkirina rola jinan di atmosfera sivîl de; ew jî bi rêya dijderketina nijdaperestîya li ser bingehên zayendîyê û tundîya li ser jinê.

    7. Xurtkirina têgiha rêzgirtin û hevhezîyê û rakirina hemû cureyên nijadperestîya li ser bingehên regez, reng, zayend, ziman, ol an eslê neteweyî yan jî civakî … û hwd.

Hevbendîya Komeleyên Civaka Sivîl Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava sê mehan de komek çalakî pêk anîn, ên herî girîng ev in:

Belavbûna xaknîgarî ya komeleyên di bin sîwana Hevbendîya Komeleyên Civaka Sivîl li bakur û rojhilatê Sûriyeyê de :

 

 

Hin çalakiyên ku rêxistinên girêdayî Koalîsyona Rêxistinên Civaka Sivîl li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di Tebaxa 2022’an de  hatin pêkanîne.

Çalakiya girtina projeya çandê ya bajarekî piştî şer ji bo Rêxistina Ruya :

Beşek ji çalakiya dawî ya projeya çandê ji bo bajarekî ku piştî şer dijî, ku ji aliyê Rêxistina Ruya ve bi hevkariya rêxistina ReatltimeAid, ya ku bi vejandina tevgera çandî li bajarê Reqayê bi pejirandin û paqijkirina eleqedar e, pêk hat. sed jêhatî yên ciwan di hunera plastîk de (restandina qelemê – xêzkirina avê) û aliyê wêjeyî (helbest – şano) û festîval berhema perwerdeya ku di heyama projeyê de dîtine.

 

Bidawbûna destpêşxerîya avakirina şiyanan a di komeleya “Diyar” de :

 

Komeleya “Diyar” di roja çarşemê 10/8/2022’an de, destpêşxerîya avakirina şiyanên 20 perwerdegirên ciwan a di biwarê zanyarnasî, Office û çaksazîya destpêkê ya kompiyûterê de ku di hola komeleya “Diyar” de dihatin perwerdekirin, bi dawî kir. Di perwerdeyê de hin endamên civaka Reqayê yên ciwan (Keç û xort, hem koçber û hem jî niştecih) beşdar bûn; da ku di biwarê tunekirina nexwendetîyê û zanyarnasîyê de şiyan û hêzên xwe xurt bikin. Ev perwerde du mehan dirêj kir.

 

Encamnameya dewreya perwerdeyê ya malên bilastîk (Projeya Sanabel Afaq 2) hat bidawîkirin

 

Afaq Cedîda yekem dewreya perwerdeyê ji bo malên bilastîk di çarçoveya projeya Sanabel Afaq 2 de li Navenda Perwerdehiya Pîşeyî û Teknîkî ya Afaq Cedîda bi dawî kir, û nasname bi dest xistin. Herwiha perwerde bidawî kirin û ketin bazara kar de.

 

 

Meclisa Jinên Sûriyeyê beşdarî hin xebatan dibe

 

Li ser vexwendina Rêxistina Gel bi Pêwîste, navenda bajarê Reqayê ya Meclisa Jinên Sûriyê îro Çarşemê 10ê Tebaxê beşdarî pêşangeha xebatên rêxistinê bû, ku tê de gelek beş hene, ji dirûtin, pîşesazîyên xwarinê, kompîtur, şêwekarî, çapemenî, elektrîka otomobîlan, daristana plastîk û karên din ên ku bi kêrî civakê tên ji bilî ravekirin û pênaseya sade ya vê rêxistinê û xebata wê li hemû herêman.

 

Projeya hêzdarkirina çandinî û başkirina rajeguzarîyên civaka xwecihî

 

Tîma “Hedef” li herêmên armancgirtî yên li bajarokên Mensûra, Hemam û Hinêdayê, rapirsînekê çêdike; da ku kesên sûdmend ên li gorî pîvanên lawazîyê yên ku di projeyê de li serê hatiye lihevkirin, diyar bike. Ew jî li gorî hevdîtin û serdanên li ser cotyarên pembo, zeytûn û sebzeyan, pêk tê. Li gorî wê jî dê 135 cotyar werin destekkirin û dahatên çandinîyê ji wan re werin pêşkêşkirin. Her wiha dê li ser rêbazên avdanî û çandinîyê yên nûjen werin perwerdekirin û di seranserê dema projeyê de werin şopandin.

 

Qonaxeke nû ji qonaxên projeya “Mina û Bîna”

 

Di nava projeya “Mina û Bîna” de, komeleya “Ihmar El-Mensûra” an ku “Avakirina Mensûrayê” perwerdeyên xwe yên ji bo çalakkirina jinên di nava civakê de, çi niştecih û çi jî penaber an jî mêvan be, berdewam dike. Armanca projeyê jî ew e ku jinan li ser qonaxên çêkirina mastê meyandî û lebneyê bi rêbaza pratîk û zanistî, perwerde bike. Tişta ku perwerdekar, perwerdegirên pîşeya penêr û mêst perwerde kirî, ev bû.

 

Bidawîbûna rûniştinên çêkirina çîrokan ên di nava projeya “Happy Summer” de

 

Komeleya “Şawişka” rûniştina dawîyê ya çêkirina çîrokan a di nava projeya “Happy Summer” de ku armanca wê geşepêdayîna pîşeyên zokan ên afirînerî ye û handayîna wan li ser nivîsandin û xwendina çîrokan, bi dawî kir; ji ber ku ev tişt alîkarîyê dide wan ku bêhtir bikaribin ramanên xwe derbirînin û derîyên afirînerîyê ji wan re vedike. Perwerdekar komek şîret da zarokan ku bikaribin şêwazê xwe yê nivîsînê û awayê vegotina bibawerî ya li pêşîya cemaweran xurt bikin; da bibin projeyên nivîskarên siberojê.

 

The latest statistics of people infected with the Corona virus issued by the Health Committee of the Autonomous Administration in North and East Syria:

 

new injury: 15 – A death case: 0 – healing state:1

Hesekê : 2 – Qamişlo : 4 – Dêrik : 9 – Reqa : 0 – Amûdê : 0 – Şedadê : 0 – Girkê Legê : 0

Çil Axa : 0  – Kampa Holê : 0 – Şehba : 0 – Kobanê : 0 – Minbic : 0  – Tebqa : 0

Rimêlan : 0 – Dêr El-Zor : 0

Total injuries: 38936 – Total deaths : 1578 – Total recovery: 2569

You may also like

Şîroveyekê bihêle

* Bi karanîna vê formê, hûn razîbûna xwe didin hilanîn û hilanîna daneyên xwe ji hêla vê malperê ve.