Sereke » Em çawa dixebitin

Em çawa dixebitin

Avakirina zemînekê ku hemû komele û sazîyên çalak ên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê dixebitin, li hev bicivîne Xurtkirina rola civaka sivîl ji bo pêşxistin û geşepêdana civakên xwecih ên bakur û rojhilatê Sûriyeyê Berdewamîya xwegihandina alîyê sivîl li ser asta niştimanî û navnetweyî; da ku pisporî û kargêrîya agahîyan û zanebûnê di nava hevrêzîyeke xurtir de, bi hev re parve bikin. Xurtkirina rola pêşeng a jinan û bicihanîna têgihên beşdarkirina wan di hemû warên jiyana sivîl de. Bicihanîna têgiha rêzgirtin û hevhezîyê û rakirina hemû awayên nijadperestîya li ser bingehên regez, reng, zayend, ziman, ol an jî koka neteweyî yan civakî … û hwd. Nirxên me: Serbixwebûn: Hevbendî garantîya serbixwebûna nasnameya rewa ya her komeleyekê dike. Her wiha divê her komeleyeke di bin sîwana wê de serbixwebûna Hevbendîyê jî biparêze û ji bo pêkanîna wê jî divê her tişta ji dest tê, bike. Beşdarbûn: Yek ji hîmên bingehîn ên mekanîzmaya kar a di nava Hevbendîyê de ye; lewra jî beşdarbûn mîna nirxekî, ji hemû komeleyan re bi awayekî wekhev û dadmend, kefîl e. Zelalbûn: Hemû karên di Hevbendîyê de divê li gor rêgezên zelalbûnê bin, çi li ser asta hundirîn û çi jî derve (ne sendoqên reş û ne jî baxên piştê di navbera endaman de tune ne) Pirrengîbûn: Mîna çand, pêkanîn û mekanîzmaya kar a stratejîk, garantîya xwegihandina beşeke mezin a sektor û kategorîyên civakî yên cihêreng û bê cudahî, dike. Rêzgirtin: Divê hemû endam bi awayekî rêzgirtin nêzî hev bibin û ti reftarên derveyî rê de nekin. Azadî: Azadîya derbirînê bê cudahî yan kêmkirin, ji bo hemû endaman pîroz û parastî ye. Wekhevî: Hemû endamên Hevbendîyê di alîyê erk û mafan de wekhev in û li gorî heman armanc, nirx û rêzikên kar, dixebitin.