Kampanyaya piştgirî û algirtinê, ya ku Hevalbendîya Rêxistinên Civaka Sivîl yên Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê CSO-NES, di navbera meha îlon – çirîya pêşîn de li ser kar dikir berdewam dike; ji belavkirina taga #Pev_re_bo_sînordarkirina_Kolerayê , her weha çêkirina vîdiyoyeke bîrwerane ku welatîyan bi metirsîya belavbûna vê bela yan nexweşîyê li civakê haydar bike. Hevalbendîya Rêxistinên Civaka Sivîl yên Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê CSO-NES, li bajarê Qamişloyê, 11.10.2022an, bi beşdarbûna Nivîsgeha Karûbarên Rêxistinan û Rêxistina Heyva Sor ya Kurdî, kongireyeke rojnamegerî li dar xist. Di kongireya ku li Nivîsgeha Hevalbendîya Rêxistinên Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê de hat lidarxistin; Evîn Şêxmûs endama Encumena Giştî ya Hevalbendîyê û endama kampanyaya piştgirî û algirtinê, metirsîya nexweşîya Kolerayê da nasîn, piştre Emîna Îsa nûnera Nivîsgeha Karûbarên Rêxistinên Mirovî yên li Herêma Cizîrê, der barê heman mijarê de axaftinek pêş kêş kir
Bo temaşekirina vîdyoyê (promoya konferansa rojnamegerî) – Lînka tevahîya konferansa rojnamegerî
Serîlêdana endamên Parlemana Ewropayî û endamê Encumena Birêveberîya Adaptekirina Şoreşê ji Nivîsgeha Hevalbendîya Rêxistinên Civaka Sivîl yên Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê re:
Endama Parlemana Ewropayî ya Partîya Kesk ya elmanî “Kasrîn Langinzîbin” û endamê Encumena Birêveberîya Adaptekirina Şoreşê “Fêrdînand Dor”, di dawîya meha çirîya pêşîn 2022an de, serî li Nivîsgeha Hevalbendîya Rêxistinên Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê ya li bajarê Qamişloyê da, hingê piranîya mijar û astengîyên ku civaka sivîl toşî wan dibe, awayê bipêşxistina civaka sivîl, rewşa rêxistinên di bin sîwana hevalbendîyê, li gel pêşekîyên civaka xwecihî ya Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê hatin gotûbêjkirin
Civîna endamên Encumena Birêveber ya Giştî ya Hevalbendîya Rêxistinên Civaka Sivîl yên Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê:
Endamên Encumena Birêveber ya Giştî ya Hevalbendîya Rêxistinên Civaka Sivîl yên Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê, li dirêjahîya sê rojan, li nivîsgeha hevalbendîyê ya bajarê Qamişloyê civîyan, bi armanca gotûbêjkirina pêşniyareke nû bo avanîya rêxistinî û bipêşxistina rêziknameya ku endamên encumena birêveber ya giştî ji demeke kurt ve li ser kar dikir, li gel gotûbêjkirina hin mijarên girêdayî Nivîsgeha Teknîkî û pêşkêşkirina çareserîyan ji hin astengîyên ku toşî wê dibin. Di roja yekem ya civînê de, karname hat pêşkêşkirin û ji alîyê endaman ve hate erêkirin. Piştre bi lêvegerekê ji hemû civînên ku hin endamên encumena birêveber nikarîbû lê amade bibin civîn hat destpêkirin.
Bo temaşekirina vîdyoyê – Bo xwendina bêhtir
Çalakîyên rêxistinên di bin sîwana hevalbendîyê de, di maweya meha çirîya pêşîn 2022an de
1- Rêxistina Feratuna :
Rêxistina Feratuna rahênanên pîşeyî yên ku di çarçoveya projeya xwe ya rahênana pîşeyî de bi cih tîne, berdewam dike.
2- Rêxistina Dêruna :
Rêxistina_Dêruna_ya_Geşepêdanê civînên xwe yên rahênanê, yên di çarçoveya destpêşxerîya #Rahênanên_Zagona_Navdewletî_ya_Mirovî bi dawî kirin, piştî ku civîna herî dawî bi Rêxistina Ensaf ya Geşepêdanê re li bajarê Hejînê li dar xist.
3- Navenda Aştî û Civaka Sivîl – PCSC :
Navenda Aştî û Civaka Sivîl #PCSC bîrek bi kûrahîya 60 metirî, li taxa Elnasîra ya li rojavayê bajarê Hisiçayê û nêzî penagehê çak saz kir.
4- Rêxistina Sewayîduna :
Komxebatên rahênanê bo avakirina şiyanan û geşkirina hizirandinê li gel ciwanan.
5- Rêxistina Hêvîyeke baş ji Tebqayê re :
#Piştgirîya_Projeyên__Piçûk.
6- Rêxistina Nekst Step :
Rêxistina Nekst Step rewşa têkilîya di navbera civaka mêvan û civaka mêvandar li Herêma Cizîrê ya li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê got û bêj dike.
7- Rêxistina Dîmos :
Rêxistina Dîmos, bicihanîna 6 destpêşxerîyên di çarçoveya projeya xwe ya bi navê “Em Hemû Parçeyek ji Tevahîyê ne 2”, di maweya 15.9.2022an û heta 25.10.2022an de bi dawî kirin.
8- Rêxistina Enwar Elxed :
Beşek ji civîna şeşem ya ku Rêxistina Enwar Elxed bi cih tîne, di çarçoveya çend civînên ku armanca wan; naskirina astengî û zehmetîyên ku jin li bajarê Reqayê radikişînin.
9- Rêxistina Însaf ya Geşepêdanê :
Bi hevkarîya li gel Komîteya Çareserkirina Pevçûnan ya Baxozê, her weha bi beşdarbûna hejmareke kesên ku ji Kampa Holê vegeryabûn û der barê girîngtirîn arîşeyên ku toşî wan dibin axivîn, civîneke guftûgoyî hat lidarxistin.
10- Rêxistina Zemîn :
Rêxistina Zemîn ya Geşepêdan û Avakirina Aştîyê, di 25.10.2022an de, li navenda xwe ya sereke ya li bajarê Qamişloyê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê, bi serenavê “Geşepêdana Aborî û Rola Wê di Xurtkirina Hevgirtina Civakî de”, semînereke guftûgoyî li dar xist.
11- Malva bo Hunerên Ciwan :
Projeya Meda, ya ku armanca wê, gihaştina mîkanîzm û siyasetên xwecihî yên domdar, bo parastina kiltûra şênber û razber dest pê dike.
Li ser asta Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê :
1- Desteya Jinê ya Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê :
Amadekarîyên Roja Zaroyan û Roja Dijberîya Tundîya li Dijî Jinê, derencamên herî girîng yên civîna Desteya Jinê bûn. Desteya Jinê ya Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê, roja şemîyê, bi beşdarbûna Seroka Desteya Jinê ya Rêveberîya Xweser, cîgirên wê û Serokên Deste û Komîteyên Jinê yên Rêveberîyên Xweser û yên Sivîl yên Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê, civîna xwe ya gerîyane li dar xist.
2- Desteya Aborîyê ya Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê :
Nivîsgeha Pîşesazîyê ya Desteya Aborîyê ya Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê, duh roja şemîyê, bi hevrêzkarîya li gel Rêveberîyên Pîşesazîyê yên Rêveberîyên Xweser û yên Sivîl yên Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê, civînek li dar xist. Civîn bi gotûbêjkirina zehmetîyên ku toşî karên rêveberîyên pîşesazîyê dibin û pêşniyarên wan hat destpêkirin. Paşê civînê nivîsandina rêziknameyeke yekane ji hemû rêveberîyên pîşesazîyê re û yekkirina zagonan û lîsteyên cîbicîkar yên ku karên wan bi rêk û pêk dikin, got û bêj kirin. Di dawîyê de, ji bo hevrêzkarîya karên di navbera Nivîsgehên Pîşesazîyê yên Desteya Aborîyê û Rêveberîyên Pîşesazîyê yên Rêveberîyên Xweser û yên Sivîl yên Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê de, mîkanîzmeke nû hat destnîşankirin.
3- Pêşangeha Şehîd Herekol ya Pirtûkan :
Çalakîyên 6emîn Pêşangeha Şehîd Herekol ya Pirtûkan bi rojên xwe yên şeşem û heftem hê berdewam dikin, hingê di roja şeşem de şandeyek ji Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê û ya Herêma Cizîrê, hejmareke rewşenbîr û xwendekarên dibistanan, hem jî şandeyek ji Zanîngeha Şerq ya bajarê Reqayê serdana pêşangehê kirin. Roja şeşem bi imzekirina pirtûka “Hefewat Bîla Ejnîha” ya Ebdulcabir Hebîb û pêşkêşîyeke muzîkê ya jenîna tekane bi destê muzîkjen Îbo Can hat bidawîkirin. Di roja heftem de, şahîya imzekirina pirtûka “Neqriskek ji Jana Dil” ya nivîskar Brahî Derwîş, bi beşdarbûna şandeyek ji Encumena Cîbicîkar ya Rêveberîya Xweser ya Herêma Cizîrê hat lidarxistin, piştre nivîskar û Lêkolerê dîrokî Salihê Heydo ji alîyê Çand û Huner ya Berlînê ve hat xelatkirin, di dawîyê de, roja heftem ya 6emîn Pêşangeha Şehîd Herekol ya Pirtûkan, bi şahîya imzekirina pirtûka “Delîl Telîm Elşeterenc Lilsîxar” ya Kadar Muhemed Seyîd Şêxî hat bidawîkirin.
4- Desteya Serokatîya Encumena Cîbicîkar ya Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê :
Encumena Cîbicîkar, ji bo tekezîyê li bicihanîna plana çandinîyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê bike, civîneke berfereh li dar xist. Desteya Serokatîyê ya Encumena Cîbicîkar ya Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê, roja pencşemê, bi beşdarbûna Desteya Çandinî û Avdanê, Rêveberîya Giştî ya Sotemenîyê, Sazîya Çavdêrîya Giştî ya Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê, Serokatîyên Encumenên Cîbicîkar, Deste û Komîteyên Çandinîyê û Sazîyên Çavdêrîyê yên Rêveberîyên Xweser û yên Sivîl yên Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê, civîneke berfereh li dar xist.