Sereke » Nûçenameya meha sibatê 2023yan – Hejmara 7an

Nûçenameya meha sibatê 2023yan – Hejmara 7an

18 views

Berdewamîya kampanyaya civandin û algirtinê ya ku Hevbendîya Rêxistinên Civaka Sivîl yên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê CSO-NES li ser kar dike

Di çarçoveya armanca hevbendîyê de, ya bo xurtkirina rola civaka sivîl di perisandin û geşepêdana civakên xwecihî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hem algirtina dozên taybet bi herêmê li ser asta xwecihî, niştimanî û navdewletî, hem pevguherîna agahî û zanyarîyan di navbera rêxistinan de û hem jî xurtkirina hevkarîyeke çalak di navbera wan de; civînin rêxistinên ku di bin sîwana hevbendîyê de ne li herêmên (Ferat – Reqa – Cizîr – Dêrezor)ê hatin lidarxistin, bo gotûbêjkirina mijara civandin û algirtinê, ya ku cihê girîngîya rêxistin û civaka sivîl e, tevî mîkanîzmên ku tên bikaranîn û maweyên bicihanînê yên pêşniyarkirî, hingê ji alîyê Hevbendîya Rêxistinên Civaka Sivîl yên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê hat pejirandin û di maweya bûrî de kar li ser hat kirin.

Dozek ji her herêmekê re hat destnîşankirin, da ku kar li ser were kirin, hingê hat hilbijartin ku:

Herêma Dêrezorê, doza “elektrîkê”:
Weke mîkanîzmeke destpêkî ya kampanyayê, haştaga (#Dêrezor_di_Nav_Tarîyê_de_Ye ) hate destpêkirin, piştre daxuyanîyek li ser torên civakî hat weşandin, da ku ji alîyê rêxistinên beşdar yên ku piştgirîya doza elektrîkê dikin ve were imzekirin. Vê daxuyanîyê li kirîza ku niştecihên herêmê jê derd dikêşin, bingehên arîşeyê, encamên wê û çareserîyên ku pêkan e dagerin wan tekezî kir, ev daxuyanî ji alîyê 64 rêxistinên xwecihî yên ku li Herêma Dêrezorê di bin sîwana hevbendîyê de ne hate imzekirin, piştre çend endamên Hevrêzkarîyê û endamên Encumena Xwecihî û Nivîsgeha Teknîkî ya Hevbendîya Rêxistinên Civaka Sivîl yên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê bi serîlêdaneke meydanî ji Komîteya Wize, Darayî û Çandinîyê re rabûn.

Herêma Feratê li ser doza “Kerta Hawirdeyan”ê kar kir:
Haştaga (Em_Hemû_Sûrî_Ne_Na_ji_Kerta_Hawirdeyan_re)yê ji alîyê rêxistinên di bin sîwana hevalbendîyê de ne, li ser torên wan yên civakî hat parvekirin, bi armanca şopandina alîyên pêwendîdar ji mijarê re.

Tîma teknîkî û hejmarek ji endamên rêxistinên di bin sîwana hevbendîyê de ne, piştî hevrêzîya li gel endamên Encumena Giştî û ya Xwecihî; serî li Komîteya Hundirîn û Nivîsgeha Cîbicîkar ya Rêveberîya Sivîl ya Herêma Tebqayê dan û der barê hûrgilîyên Kerta Hawirdeyan de li wan guhdar kirin. Hingê endamên di kampanyayê de beşdar, encam û mîkanîzmên ku di civîna Rêxistinên Civaka Sivîl de gihaştin wan û berdêlên ku dikarin bibin alîkar bo çareserkirina kêşeya kerta hawirdeyan şîrove kirin, ji ber ku car caran dibe ku bibe asteng li pêş bazirgan, pîşezas û weberhêneran ku bigihêjin deverê, hem jî dibe ku carine din bihêle hin malbat ji dîtina merivên xwe bêpar bimînin. Lewre Encumena Cîbicîkar alîkarîya xwe da xuyandin ku piştî hevrêzkarîya li gel Encumena Zagonsaz û alîyên pêwendîdar dê çareserî were dîtin, her weha encumenê hemû pêşniyarên ku ji alîyê endamên kampanyayê ve hatin pêşkêşkirin, li gel xwe tomar kirin.

Herêma Reqayê: “Mîkanîzma belavkirina daneyan ji rêxistinan re û hilbijartina hevkaran”
Hingê endamine hevrêzkarîyê û hevrêzkarê projeyê yê tîma teknîkî ya Hevbendîya Rêxistinên Civaka Sivîl, bi birêz “Samir Elnaşif” serokê Nivîsgeha Karûbarên Mirovî û Kar re civîyan, hingê Elnaşif got ku boçûneke nivîsgehê heye ku bi beşdarbûna Nivîsgeha Hevbendîyê karê rêxistinan binirxînin, da ku nivîsgeh karibe alîkarîya alîyên daner bike ku karên rêxistinê bi awayekî giştî binirxînin.

 

Kampanyaya “Vir Sûrîya Ye”yê

Hevbendîya Rêxistinên Civaka Sivîl yên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê kampanyaya “Vir Sûrîya Ye” da destpêkirin, ev kampanyayeke bo komkirina xêrdanên kelûpelî û yên darayî, bi rêya xalên belavbûyî yên ku amadekarên kampanyayê roja 9ê sibatê dest nîşan kirin û ragihandin, her weha soz dan ku wan bigihînin kesên ziyan li wan bûne li deverên wêranbûyî yên li Bakur û Bakurî Rojavayê Sûrîyayê.
Hevbendî bi rêya têkilîyên xwe û hevrêzkarîya xwe bi rêxistinên sivîl re; ku “Kumspî” yek ji wan e û hin rêxistinên din yên li Bakurê Sûrîyayê, bi ser ket ku 66 barhilgirên bi kelûpelan dagirtî weke daneke yekem, bi rêya Dergehê Ewn Eldadat re rojên 13 û 14ê sibatê derbasî wan deveran bike û hem jî qaseyine alîkarîyên darayî jî şandin.
Ev kampanyaya ku dê heta 16ê sibatê berdewam bimîne; bersivdana bangewazîyên mirovî ye, li ser bingeha erkê mirovî û berpirsyarîya civaka sivîl di warê pêşkêşkirina destek û alîkarîyan de, ji xelkên deverine Bakurê Sûrîyayê yên di encama Erdheja 6ê Sibatê de ziyandîtî re.
Komkirina xêrdan û alîkarîyên kelûpelî û darayî, li her çar herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê: (Cizîr – Dêrezor – Reqa – Ferat)ê hate meşandin.
Hingê li Deverên Efrîn, Idlib û Bakurî Helebê erdhejeke tund bi xurtbûna 7.8 li ser pîveka Rîxterê rû dabû, navenda wê li bajarê Kehreman Meraş û deverine din li başûrê Tirkîyeyê bû, her weha paşhejên xurt ku di encamê de hezarên qurbanîyan ku hejmara wan bêhtirî 5500 qurbanî bûn û hejmar hêj bêhtir dibe, hem jî 7500 birîndar û hejmareke mezin ji xelkên ku di bin kavilên avahîyên di encama erdhejê de wêranbûyî de ne, li gel wêranîyeke mezin li bajarên ku weke deverên wêran hatin ragihandin.
Biryar hatiye standin ku di çarçoveya kampanyaya “Vir Sûrîya Ye”yê de karwaneke duyem hebe, ku wê hevbendî bi heman awayê karwana yekem bigihîne deverên wêran yên li Bakurê Sûrîyayê.

 

 

Çalakîyên rêxistinên di bin sîwana hevbendîyê de

.Sewayiduna

Ber bi ciwanên çalak ve

 

 

 

 

 

 

Bo xwendina bêhtir

.Rêxistina Bo Wan ya Mirovî

Bo zaroktîya wan

 

 

 

 

 

 

 

Bo temaşekirina vîdyoyê

 

Rêxistina Teyf ya Mirovî

Çaksazkirina Komeleya Cotkarên Elmeraşîde

 

 

 

 

 

 

Bo temaşekirina vîdyoyê

 

Rêxistina Enternitî ya Hêzdarkirina Jinê û Avakirina Civaka Sivîl

Komxebateke rahênanê (Xwebexşîn)

 

 

 

 

 

Bo xwendina bêhtir

 

Rêxistina Êla ya Geşepêdanê û Avakirina Aştîyê

Çalakîyeke bîrwerane bi hevkarîya li gel Rêxistina Share, bi serenavê “Tûrekirin”ê

 

 

 

 

 

 

 

Bo xwendina bêhtir

 

Rahênana hinerên hêsankirinê

 

 

 

 

 

Bo xwendina bêhtir

 

Komeleya Vegerandina Hêvîyê

Projeya Ber bi Hêvîyeke Nû ve

 

 

 

 

 

 

Bo xwendina bêhtir

 

Insaf ya Geşepêdanê

Bo çaksazkirina toreya avê ya taybet ya Êstgeha Ava Hewama

 

 

 

 

 

 

Bo temaşekirina vîdyoyê

 

Projeya Toreya Ava Hewama

 

 

 

Bo temaşekirina vîdyoyê

 

Dêruna ya Geşepêdanê

Rûniştina wê ya guftûgoyî ya şeşem di çarçoveya projeya “Ewlehîya Me 5″ê de

 

 

 

 

 

 

Bo xwendina bêhtir

 

 

 

Rahênanên pîşeyî yên projeya Hevgirtinê (jinên sûdgirtî fêrî meyandina şîremenîyan bûn)

 

 

 

Bo temaşekirina vîdyoyê

 

 

 

Girêbenda Jinên Elxedraa

Di çarçoveya projeya Şûntilîyên Jinan de, destpêşxerîya ronahîkirina kolana Elî Muslim El-Muhemed hate bicihanîn

 

 

 

 

 

Bo xwendina bêhtir

 

Rêxistina Eştar ya Geşepêdanê

Çaksazkirina Komeleya Elsûr ya Çandinîyê

 

 

 

 

 

Bo temaşekirina vîdyoyê

Navenda Tovên Elselam

Rûniştinên piştgirîya derûnî ji jinan re

 

 

 

 

 

Bo temaşekirina vîdyoyê

 

Rêxistina Eternitî ya Hêzdarkirina Jinê û Avakirina Civaka Sivîl

Projeya Fursa

 

 

 

 

 

Bo xwendina bêhtir

 

Rêxistina Bîdaya

Hêj di bicihanîna karên teknîkî yên di projeya çaksazkirina toreya ava Ebû Elhesen de berdewam e

 

 

 

 

 

Bo xwendina bêhtir

You may also like

Şîroveyekê bihêle

* Bi karanîna vê formê, hûn razîbûna xwe didin hilanîn û hilanîna daneyên xwe ji hêla vê malperê ve.