Sereke » Nûçenameya meha sibatê 2023yan – Hejmara 8an

Nûçenameya meha sibatê 2023yan – Hejmara 8an

24 views

Bi armanca xurtkirina hevkarî û hevrêzîyê di navbera birêveberîya hevbendîyê û rêxistinên ku endamên wê ne; civîneke onlayin “bi rêya internetê” bi rêxistinên endam yên herêmên (Reqa, Dêrezor, Cizîr û Ferat)ê re hat lidarxistin.

Ev civîn bi rêya “Tîma Teknîkî ya Nivîsgeha Hevbendîyê” hat bicihanîn, hingê zanyarîyên herî nû yên der barê karê hevbendîyê yê vê maweya dawî de hatin pêşkêşkirin, her weha hûrgilîyên çalakîyên ku di vê maweyê de kar li ser wan hat kirin anîn ziman, ji wan çalakîyan; kongireya giştî ya hevbendîyê ya ku rojên 11-12ê kanûna paşîn 2023yan hat lidarxistin, li gel çalakîyên girêdayî kampanyaya algirtinê yên li ser asta her çar herêman (Reqa, Dêrezor, Cizîr û Ferat)ê hatin bicihanîn, tevî kampanyaya ku hevbendîyê bi navê “Vir Sûriya Ye”yê da destpêkirin, bi armanca komkirina xêrdanan bo kesên ku ji erdheja 6ê sibatê 2023yan ziyan dîtine, hingê hemû kedên ku rêxistinên endam dan ji bo ku alîkarîyên mirovî yên li her çar herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigihin deverên ku ji erdhejê ziyan dîtine anîn ziman, ku (84) barhilgir ji alîyê Hevbendîya Rêxistinan ve bo deverên ziyandîtî hatin şandin, bi hevrêzîya li gel tîma Kumspîyan û tîma Mulhem ya Xwebexşane, piştre kiryarên ku di vê maweyê de sûd ji wan hatine girtin û gotûbêjkirina awa û çawanîya bipêşxistina karê hevbendîyê di dema bê de anîn ziman, li gel pêkanîya ku kar li ser nirxandina pêdivîyên giştî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pêwîstîya wan di maweya bê de were kirin, ji bo pêrabûna Lobîng ya bi alîyên daner û yên navdewletî re û karên bo peydakirina pêdivîyan, hingê mîkanîzmên peyda û çawanîya beşdarkirina hemû rêxistinên endam di vê rêkarîyê de, li gel destnîşankirina pêşekîyan li her parêzgehekê û raberkirina qewîtîyan bo dagirtina valahîyan hatin gotûbêjkirin, ew jî di rêya lidarxistina hevdîtin û civînan û beşdarbûna di arastekirina siyaseta daneran. Di dawîya civînê de beşdaran hejmarek qewîtî pêşniyar kirin, yên herî girîng ev in:
– Rahênanên avakirina şiyanan: Dîsan jî tekezî li hebûna bernameyên bo avakirina şiyanên rêxistinên endam di çend waran de hat kirin, nexasim rêxistinên nû-avabûyî, ev yek jî dibe destekdar di xurtkirina rola wan ya bo dabînkirina pêdivîyên civakên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
– Hevrêzî: Xurtkirina hevrêzîyê di navbera hevrêzkarîyê û encumenên xwecihî yên her herêmekê de, li gel xurtkirina hevrêzîya di navbera rêxistinên endam bi xwe de.
– Rahênana civandin û algirtinê: Tekezî li ser pêwîstîya bicihanîna rahênaneke der barê civandin û algirtinê de ji rêxistinên endam re hat kirin, bi armanca ku hevbendî karibe bi rola xwe rabe, di warê civandin û algirtina dozên ku ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser asta xwecihî, herêmî û navdewletî re girîng in.
– Parastina mafê piştgirîya darayî: Tê xwestin ku desthilatên xwecihî di piştevanî û piştgirîya darayî ji rêxistinan re beşdar be, bi awayekî dadmend, bêcudakarî û bê ku destwerdanê di xweserîya wê de bike, heke derfetên wan yên darayî hebin, hem jî nabe ku desthilat yan alîyên birêveber erêkirinê bi mercên pêşekî ve girê bidin bo bidestxistina piştgirîya darayî ya derveyî.
– Vejartina ji bac û têçûnan: Divê rêxistin ji erkê bacê werin vejartin, li ser bingeha ku ew rêxistinên ne-qezenckar in.
– Misogerkirina herikandina serbest ji agahîyan re: û azadîya gihaştina raman, dane, rapor, destpêşxerî û biryaran, ku ev yek rêxistinan xurt dike di warê naskirina doz û mijaran û tevlêbûna bi awayekî avaker û beşdarbûna di peydakirina çareserîyan de.
– Perisandina avanîyên hundirîn, geşkirina wan, xwespartina mîkanîzmeke nerm û asoyî ku lihevkirin di navbera endaman de li ser hebe û wekhevîya di navbera wan de diyar bike, hem jî berjewendîyên tevan di çarçoveya berjewendîya giştî de misoger bike, da ku kar û kelemên di hundirê rêxistinê de werin adaptekirin û tekezî li beşdarbûna endaman di biryarsazî, gotûbêjkirin, plankirin û nirxandinê de were kirin, bi armanca sûdgirtina herî zêde ji ezmûn û jêhatîbûnan û pêşniyarkirina çareserîyên bo xurtkirina karîna xwe-guncandina li gor guherînên pêvajoyî re û karîna desttêwerdanê. Her weha misogerkirina hebûna pêrabûnên şopandin, nirxandin û berpirsatî / lêgirtinê, bo misogerkirina ku siyaset û plan bi baştirîn awa werin bicihanîn.
– Sazkirina bernameyên avakirin, perisandin û bipêşxistina têgihên hukumdarîyê li gel sazîyên civaka sivîl, di nav de; pêşniyarên girêdayî avanîya hukumdarîya guncaw, xwespartina pîvanên avakirinê yên li gor pîvanên ku li ser asta navdewletî lihevkirî ne û perisandina mîkanîzmên berpirsatî û pêşkêşkirina raporên zelal ji alîyên daner û civakên ku xizmeta wan dikin re.

Serîlêdana Rêxistina Cimroyê ya kenedî ji Nivîsgeha Hevbendîya Rêxistinên Civaka Sivîl yên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê re

Şandeyek ji Rêxistina Cimroyê ya kenedî, roja sêşemê 21.2.2023yan, serî li Nivîsgeha Hevbendîya Rêxistinên Civaka Sivîl yên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê da.
Şandeya ku ji serokê rêxistinê Mark Kamîron û birêz Muhemed Brahîm birêveberê herêmî yê rêxistinê yê li Sûriyayê pêk dihat, mijarên cuda der barê xweparastin, rahênana kadirên bijîşkî û parastina ji derdvedanan, bîrwerîya di warê tendirustî de û rêkarîyên destwerdanê yên di dema bobelatan de got û bêj kirin.
Endamên hevrêzkarîyê yên Hevbendîya Rêxistinan -di civînê de- bo hevrêzîya bi rêxistina kenedî re û pêşkêşkirina çi nirxandên pêkan ji pêdivîyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, yên girêdayî warê tendirustî û birêvebirina kirîz û bobelatan, amadebûna xwe nîşan da.
Tekezîya gotûbêjan li awayê bipêşxistina rewşa tendirustî û peydakirina kadirên birêvebirina kirîzên li herêmê û li tevahîya Sûriyayê bû, bi taybet piştî erdheja ku li bakurî rojavayê welat, roja 6ê sibatê rû da.
Rêxistina Cimro, rêxistineke neqezenckar e, bo bipêşxistina kalîteyê xwedî ezmûneke bêhtirî 50 salî ye di warê birêvebirina bijîşkî de, her weha ji derdora 10 salan ve li bakurê Sûriyayê kar dike.

Çalakîyên rêxistinên di bin sîwana hevbendîyê de ne

Rêxistina Teyf ya Mirovî:

Projeya Çaksazkirina Komeleya Cotkarên Elmeraşîde

Bo temaşekirina vîdyoyê

Rêxistina Bîdaya:

Bidawîbûna kolan û danîna xeta avê ya Ebû Elhesen

Bo xwendina bêhtir

Rêxistina Eternitî ya Hêzdarkirina Jinê û Avakirina Civaka Sivîl:

Semînera (Parastina di Warê Mirovî de)yê

Bo xwendina bêhtir

Navenda Bizûr ya Geşepêdanê:

Kampanyayeke bîrwerane (Nîşaneyên Trafîkê)

Bo xwendina bêhtir

Komeleya Vegerandina Hêvîyê:

Projeya Ber bi Hêvîyeke Nû ve

For watching the video

Rêxistina Êla ya Geşepêdan û Avakirina Aştîyê:

Kovara Hewa ya Jinane:
Penceşêra Pêsîrê

Bo temaşekirina vîdyoyê

You may also like

Şîroveyekê bihêle

* Bi karanîna vê formê, hûn razîbûna xwe didin hilanîn û hilanîna daneyên xwe ji hêla vê malperê ve.