22
Di çareçoveya xurtkirina rola civaka sivîl di pêşxistin û geşedayîna civakên xwecih ên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê de, her wiha ji bo peyitandina demokarsîyê bi rêya beşdarkirina civaka sivîl da ku rola xwe ya çavdêrane li ser pergalên hukimdarîyê bilîze; li Reqa, Dêra Zorê û Qamişloyê runiştinên gutûbêjê pêk hatin. Di van rûniştinan de reşnivîsa peymana civakî hat gotûbêjkirin û di encama wê de gelek qewîtî derketin ku dê di komcivîneke berfireh de ku dê nûnerên komeleyên civaka sivîl û berpirsên Rêveberîya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyeyê bihewîne de, werin pêşnîyazkirin.