Hevbendiya Rêxistinên Civaka Sivîl li bakur û rojhilatê Sûriyê CSO-NES bi rêxistinên girêdayî xwe re ku hejmara wan 164 û li herêmên Cizîrê, Reqa, Dêr El-Zor belav bûne, xebatên xwe yê pêşxistina civaka sivîl, şopandina mijarên civaka xwecihî li bakur û rojhilatê Sûriyê didomîne û çalakiyên rêxistinên sivîl di nûçeyên mehane de bi rêya malpera Hevbendiyê parvedike.
1. Hin çalakiyên ku Hevbendiya Rêxistinên Civaka Sivîl li bakur û rojhilatê Sûriyê di heyvên Îlûn û Cotmeha 2022an de pêkanîne.
– Civîna meclisa giştî bi meclisa xwecihî re.
– Ji bo gotobêjkirina mijarên girêdayî karê Hevbendiya Rêxistinên Civaka Sivîl li bakur û rojhilatê Sûriyê di dema çûyî de, endamên desteya rêvber ya giştî û desteya rêveber ya xwecihî 3ê rojan li bajarê Qamişlo civînek berfireh li dar xistin. Di civînê de pêşdeçûna pirojeyan, destkeftiyên Hevbendiyê, pêşxistina stratejiya komkirin û parêzvanî û lihevkirina mijara kêmkirina nexweşiya kolêra hat gotobêjkirin.
Zêdetir bixwîne – Vîdyoyê temaşe bike
2. Pêkanîna xebatên li ser pêngava komkirin û parêzvanî ji aliyê Hevbendiya Rêxistinên Civaka Sivîl li bakur û rojhilatê Sûriyê CSO-NES.
– Piştî dengdayînê di civîna berfireh ya meclisa giştî û xwecihî li bajarê Qamişlo hat lihevkirin ku pêngava komkirin û parêzvanî were pêkanîn. Herwiha ji ber ku nexweşiya kolêra li Sûriyê û bi taybet li bakur û rojhilatê Sûriyê belav bûye, endamên meclisê dengdan ku ev mijar di riya pêngavên hişyariyê ji aliyên rêxistinên tevlî Hevbendiyê bûne werin pêkanîn.
– Haştaga pêgava komkirin û parêzvanî ev e: #Bi_hev_re_ji_bo_kêmkirina_kolêrayê
– Piştî lihevkirina li ser nav û mijara pêngaeva komkirin û parêzvaniyê, ji aliyê endamên meclisa giştî û xwecihî ve sedemên belavbûna kolêrayê hatin eşkerekirin. Herwiha çareseriyê pirsgirêkê û aliyên pêwendîdar hatin diyarkirin. Di civîna berfireh de jî ji aliyê kesên pispor ve hat diyarkirin ku xebat çawa bimeşe. Hin ji xebatên ku werin pêkanîn evin:
1- Ji bo ragihandina metirsî û destwerdana bilez, civîneke hevbeş di navbera desteya Tenduristiyê û Karûbarên Rêxistinan di bin sîwana Hevbendiya Rêxistinên Civaka Sivîl de were li dar xistin.
2- Zext li ser rêxistinên navdewletî were kirin
3- Weşandina haştag û posteran li ser rûpelên medyaya civakî
4- Têkilî bi desteya Xizmetguzarî û Şaredariyan re ji bo avêtina gavên cidî di derbarê belavbûna kolêrayê de.
5- Ji bo çêkirina vîdyoyekê hişyarî li ser kolêra ya hevpeyvîn bi bijîşkên pispor were çêkirin.
Lînka vîdyoya komkirin û parêzvaniyê #Bi_hev_re_ji_bo_kêmkirina_kolêrayê – Lînka poster û haştagê #Bi_hev_re_ji_bo_kêmkirina_kolêrayê
3. Têkilî bi saziyên ragihandinê, rêxistinên xwecihî û navdewletî yên ne girêdayî Hebendiyê û saziyên Rêvberiya Xweser
4. Çalakiyên rêxistinên ku tevlî Hevbendiya Rêxistinên Civaka Sivîl li bakur û rojhilatê Sûriyê CSO-NES
– Rêxistina Enwar El-Xed
Îro yekem rûniştinên diyaloga civakê ji bo jinan hatin destpêkirin. Di rûniştinê de bal hate kişandina ser pêdiviyên jinên bajarê Reqayê û ji bo wê jî çareserî û pêşniyar hatin pêşkêşkirin.
– Rêxistina Nêkistêp
Bi amadebûna berpirsên Desteyên Xizmetguzariyê yên Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê û hejmarek ji şêniyên bajarê Qamişlo, li navenda rêxistinê, civîneke gotûbêjê li ser rastiya xizmetguzariyên bingehîn li bakurê rojhilatê Sûriyê lidar xist.
– Rêxistina Dêrina
Rêxistina Dêrina ya Geşepêdanê perwerdeya pirojeya Temasik ku dikeve hefteya çaran de didomîne
– Ezdina Institution
Bi pêşangeha` Naskirina Êzîdiyan` rêxistina Êzîdîna pirojeya`Zehert El-Zeytûn` bi dawî kir
– Rêxistina Dîmos
Di çarçoveya pêngava` Mafên mirovan û zeyandî` de rêxistina Dîmos perwerdeya bi navê “Hêzkirina Zayendî” bi dawî kir
– Rêxistina Şebab Oksicîn
Di çarçoveya çalakiyên pirojeya `Huner aştiyê çêdike` rêxistina Şebab Oksicîn du pêngav li taxên derdora mizgefta kevin li Reqayê pêk anî.
– Rêxistina Inma`a El-Furat
Di çarçoveya pirojeya` Hevgirtina Civakî` rêxistina Inma`a El-Furat dest bi pêngava `Bi hev re ber bi civakek baştir ve` kir
– Rêxistina Emel Efdel Tebqa
Ji bo alîkariya malbatên ku ji kampa Holê derketine û çawa di nava civakên xwecihî de cî bigirin, rêxistina Emel Efdel Tebqa bi beşdarbûna rêvberiya Meclisa Pêkanînê li bakur û rojhilatê Sûriyê û nûnerên eşîran re civîna xwe ya sisyan li dar xist. Herwiha ji bo alîkariya van malbatan civîn bi Rêvberiya Sivîl ya Tebqa û rêxistinê sivîl re jî hatin lidarxistin
– Rêxistina Furatina
Pirojeya Mea`a nerteqî
Bi hevkariya bernameya ARDI, rêxistina Furatina ya geşepêdanê alîkariya ciwanên xwedî pêdeviyên taybet dike. Herwiha di riya perwerdeyên derbasbûna bazara kar û xebata bi civakê re alîkariya kesên bêxwedî û jinên bî dike
– Rêxistina Balon
30 zarokên bajarê Reqayê beşdarî pêngava “Em Bixwînin” bûn ku ji aliyê rêxistina “Balon” ve hatiye lidarxistin. Armanc ji pêngavê ku zarokan teşwîq bike ku rêbaza balkêş ya xwendinê û axaftinan bikar bînin.
– Rêxistina Şebab Tefaol
Ji bo alîkariya zarokên sêwî û malbatên xizan rêxistina Şebab Tefaol beşek demankirina fîzîkî li bajarê Reqayê vekir
– Rêxistina Xitwa ya Alîkarî û Geşepêdanê
Rêxistina Xitwa pirojeya` Mesarat` bi şahiyekê bi dawî kir. Zarok tevlî pêşangeha wênesaziyê û gotina helbastan bûn. Herwiha şahî bi balavbûna diyariyan bi dawî bû
Zêdetir bixwîne – Vîdyoyê temaşe bike
– Rêxistina Bîdaya
Di çarçoveya bernameya` Bi hev re baştire` ya girêdayî navenda Elwan, tîma piştgiriya derûnî rûniştinên piştgiriya derûnî li dibistan Ebû Xeşeb ya li gundê Dêr El-Zor bi dawî kir.
– Rêxistina Eyadî Mubsira
#Pêngava_ Isqînî
Rêxistina Eyadî Mubsira avê dighîne malbatên ku av li gel wan nîne li gundên Tebqayê
5.Saziyên Rêveberiya Xweser li bakur û rojhilatê Sûriyê
– Amadekirina plansaziya xebatê ya sala 2023an.. encamên civîna rêveberiyên Xwecihî û Ekoloj
Bi amadebûyîna Hevserokên desteya Xwecihî û Eoklojî yên Rêvberiya Xsweser li bakur û rojhilatê Sûriyê û Hvserokên desteyên Xwecihî û Ekolojî yên Rêvberiyên Xweser û Sivîl li bakur û rojhilatê Sûriyê, Desteya Xwecihî û Ekolojî roja duşmbê, civîna xwe ya asayî li dar xist. Bi xwendina raporên kar û barên deste û komîteyan civîn dest pê kir, piştre rewşa rêxistinî hate gotûbêjkirin. Bi hemahengiya meclisên rêveber yên Rêveberiyên xweser û sivîl yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, plansaziya xebatên sala 2023an hat amadekirin,bi taybetî projeyên rê.
– Gotobêjkirina derxistina rêdana nûçegihanan….Encamên civîna Desteya Ragihandinê
Bi amadebûyîna Hevserokên Desteya Ragihandinê ya Rêvberiya Xweser û Hevserokên Ofîsên Ragihandinê yên desteyên Xweser û Sivîl, roja duşembê Desteya Ragihandinê ya bakur û rojhilatê Sûriyê civîna xwe asayî li dar xist. Di civînê de rastiya ragihandinê, rêdana kar li ser malperên mediya civakî, perwerdeyên ragihandinê ji nûçegihanan re hat gotobêjikirin. Herwiha hat teqezkirin ku kar li gor zagonên ragihandinê li bakur û rojhilatê Sûriyê tê pêkanîn
– Ji bo dîtina rewşa avê… şandeke UNICEFê serdana Kobanê û çemê Firatê dike
Ji bo dîtina rewşa avê şandeyek rêxistina UNICEFê ya navdewletî serdana Desteya avê ya giştê li Kobanê kir. Herwiha serdana çemê Firatê jî kirin û raporên pirsgirêk û kimkirina çem çêkirin