Di encama zêdebûna êrîşên serbazî yên dewleta turk li ser Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê de, di nîvê duyem ji sedsala 2022an de, nêzî 200 rêxistinan, ku ji wan 130 rêxistinên di bin sîwana Hevalbendîya Rêxistinên Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê de ne daxuyanîyek dan, êrîşên serbazî yên dewleta turk şermezar kirin, her weha ji Encumena Ewlehîya Navdewletî xwestin ku civîneke awarte li dar xe û fişarê li Tirkîyeyê bike da ku operasyonên xwe rawestîne û sivîl û jêrxaneya deverê parastî bimînin, li ser bingeha bicihanîna darazên Zagona Navdewletî.
Daxuyanî
Peyama CSO ji Wezareta Derve ya Amerîkayê û wezaretên derve yên dewletên din re ya der barê zêdebûna êrîşên serbazî yên dewleta turk de.
Li ser bingeha berpirsyarîya Hevalbendîya Rêxistinên Civaka Sivîl yên Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê, ku di rêkarîya aramî û aştîya xwecihî de bi rola xwe rabe û rola civaka sivîl ya Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê xurt bike, encumena birêveber ya hevalbendîyê, roja 20.11.2022an, bi rêya emaila hevalbendîyê, peyamek ji Wezareta Derve ya Amerîkayê û wezaretên derve yên dewletên din re şand, tê de ji Hikûmeta Amerîkayê xwest ku helwesteke rijd nîşan bidin li hember kiryarên serbazî û armancgirtina sivîlan, yên ku aramî û ewlehîya Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê didin ber metirsîyekê, her weha hevalbendîyê xwest ku li pabendîyên hemû alîyên pevçûnê tekezî were kirin, ku li gor Zagona Navdewletî ya Mirovî tev bigerin û sivîl, rojnameger û deverên xizmetguzarîya giştî ji kiryarên serbazî bi dûr bixin.
Axaftina endama Parlemana Ewropayê ya nûnera Partîya Kesk ya Elemanî “Kasrîn Langinzîbin”
Endama Parlemana Ewropayê ya nûnera Partîya Kesk ya Elemanî “Kasrîn Langinzîbin”, 23yê çirîya paşîn, der barê rewşa Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê de, piştî zêdebûna êrîşên serbazî yên dewleta turk li ser herêmê, axaftineke bibandor di bin qubeya Parlemana Ewropayê de pêş kêş kir. Tê de: “Berî 14 rojan min serdana bakurê Sûrîyeyê (Rojava) kir, li wir ez bi gelek xelkên ku dixwazin bo aramîya herêmê bixebitin re axivîm (welatî, mêr, jin, ciwan), tevî ku ev bêhtirî deh sal in şer li Sûrîyeyê berdewam dike, lê ew hê jî dixwazin aramîyekê li herêmê bi cih bînin. Projeya Rojava (taqîya Rojava) her tim bi balafirên “Diron” ji alîyê Tirkîyeyê ve tê bombebarandin, tevî hebûna metirsîya Daişê, ji ber Daiş li wan deveran hê bi dawî nebûye, lê wan ew ji sînorên herêmên xwe derxistine. Ardogan biryar daye ku êrîşeke bejahî bibe ser herêmê, piştî teqîna Stenbolê… Ardogan angaş dike ku PKK li dû teqînê ye û ew sedema van êrîşên ku niha li ser Rojava tên kirin. Tirkîye her gav û gav vê yekê dubare dike, me jî sala bûrî di Parlemana Ewropayê de bi xurtî şermezar kir. Tirkîye Herêmên Rojava bombe dibarîne, di encama bombebaranê de kuştî û birîndar hene, ev bombebaran dê bihêle rewşeke ne aram rû bide, ji ber ev êrîş ne li gor Zagona Navdewletî ne. Tiştê ku li Rojava çêdibe, têkilîya wê bi teqîna Stenbolê re tune ye, divê Tirkîye bikerê li dû teqîna Stenbolê vebîne. Lê ya rast, Ardogan jî dixwaze balê ji ser alozîyên siyasî bikişîne, ji ber hilbijartin dê sala bê li dar bikevin. Her weha mijara penaberên sûrî û çawanîya vegerandina wan bo Sûrîyeyê.. ew hewl dide behaneyan ji xwe re biafirîne. Li vir divê em ji Ardogan re bibêjin, yê ku dixwaze bibe endamê NATOyê, divê li gor rêgezan tev bigere, ev kiryar û bombebarana wî ya berdewam li dijî kurdan û li dijî sivîlan divê bi awayekî komî were şermezarkirin. Em ji Ardogan re dibêjin: ji herêmê vekişe. Ev êrîşên ku hevkarê NATOyê ji Tirkîyeyê dike, tekez divê bi xurtî werin şermezarkirin, ji ber ku ew Zagona Navdewletî û mafên mirovan bin pê dikin.” Hêjayî gotinê ye, ku “Kasrîn Langinzîbin” li gel “Fêrdînand Dor” endamê Encumena Birêveber ya Adaptekirina Şoreşê, roja 2.11.2022an, serdana Nivîsgeha Hevalbendîya Rêxistinên Civaka Sivîl yên Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê ya li bajarê Qamişloyê kiribû, hevdîtin bi endamine ji Encumena Birêveber ya Hevalbendîyê re çêkiribû û bi wan re rewşa heyî û astengîyên ku toşî herêmê dibin bi awayekî giştî got û bêj kiribûn.
Çalakîyên rêxistinên di bin sîwana hevalbendîyê de yên meha çirîya paşîn 2022an:
Di encama ku deverine ji Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê rastî êrîşên bi balafirên Tirkîyeyê hatin, Nivîsgeha Rêxistinan û Karûbarên Mirovî, bi rêya komên Watsapê qewîtî li rêxistinên ku li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê kar dikin, kir, ku çalakîyên nivîsgehên xwe û civînên xwe yên guftûgoyî, bi awayekî demkî rawestînin, ev li dirêjahîya rojên bombebaranê berdewam ma, paşê rêxistin vegerîyan karên xwe.
1.Rêxistina Nekst Step: Belavbûna diyardeya parsbûnê li Herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê got û bêj dike
Rêxistina Nekst Step, der barê belavbûna diyardeya parsbûnê, li Herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê, bi beşdarbûna rojnameger, çalakvanên sivîl, mafnas û nûnerên Hêzên Ewlehîya Hundirîn û nûnerên Encumena Zagonsaz yên Rêveberîyên Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê, roja 5.11.2022an, li nivîsgeha rêxistinê ya li bajarê Qamişloyê, civîneke guftûgoyî li dar xist.
2. Rêxistina Dêruna ya Geşepêdanê:
3. Rêxistina Insaf ya Geşepêdanê:
Nexweşxaneyên Hejîn yên derveyî

مشفى هجين العام
4. Rêxistina Hêvîya Baxozê ya Geşepêdanê:
Çar dibistanên girêdayî Komeleya Elsûse ya Perwerdeyê, li rojhilatê Dêrezorê hatin çaksazkirin, Rêxistina Hêvîya Baxozê ya Geşepêdanê bi karên çaksazkirinê rabû. Dibistanên ku hatin çaksazkirin li deverên Elsûse, Elşafe, Elbaxoz û Elmeraşîde ne. Armanca rêxistinê ji vî karî, ew e ku rewşa perwerdeyê bi pêş bikeve û pirbûna hejmara şagirtan li dibistanên heyî kêm bibe, li gel ku kêşeya dûrbûna rêyan ji şagirtan re çareser bibe û rêjeya bêsewadîyê û dûrbûna ji dibistanan kêm bibe. Her dibistanek li gor pêdivîya wê hat çaksazkirin, wekî avakirina dîwarên derdora dibistanê, boyaxkirina dîwar û derîyên sereke, li gel çaksazkirina derî û pencereyan. Di encamê de nêzî 1550 şagirtên li herçar dibistanan sûd jê girt.
5. Rêxistina Zemîn ya Geşepêdan û Avakirina Aştîyê:
Rêxistina Zemîn ya Geşepêdan û Avakirina Aştîyê, roja şemîyê 19ê çirîya paşîn, der barê gotara nefretê û bandora wê li hevgirtina civakî, li Herêma Cizîrê bi taybet û li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê bi giştî, li navenda xwe ya li bajarê Qamişloyê, civîneke guftûgoyî li dar xist.
Li ser asta Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê:
1. Konferanseke rojnamegerî:

2.Armancgirtina Tirkîyeyê ji Kampa Holê re:
Kampa Holê ya ku bi dehhezaran malbatên Daişê dihewîne, xalên ewlehîyê yên çavdêrîya vê kampa metirsîdar dikin, roja 23.11.2022an hatin armancgirtin, di encamê de alozîyekê rû da û hin malbatan baz da, li gor dane û nûçeyên ku malperên girêdayî QSD û Desteyên Rêveberîya Xweser belav kirin. Hêzên Ewlehîyê hewldanên revîna çend malbatan têk birin, hinine din jî desteser kirin û vegerandin kampê. Bombebarana Tirkîyeyê ya ku xalên ewlehîyê armanc girtin, bûn sedema ku hin şaneyên Daişê yên razayî geş bibin, her weha bûn sedema ku sivîl bitirisin êdî Rêxistina Daişê vegere çalakîyên xwe yên berê, di encamê dê dever di rewşeke bêaramîyê de bijî. Di vê barê de, Şêxmûs Ehmed (hevserokê Nivîsgeha Karûbarên Penaber û Koçberan yê Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê) ji malpera Rêveberîya Xweser ya fermî re da xuyandin, ku balafirên Tirkîyeyê yên şer û yên bêbalafirvan, Kampa Holê ya ku malbatên Daişê tê de bi cih bûne, armanc girtiye.

