Civîna Desteya Giştî ya Hevbendîya Rêxistinên Civaka Sivîl (kongire)
Hevbendîya Rêxistinên Civaka Sivîl yên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê, di maweya du rojan de, 11 – 12.1.2023yan, li bajarê Qamişloyê, civîneke Desteya Giştî li dar xist.
Ev civîn bi beşdarbûna 180 nûnerî ji rêxistinên ku di bin sîwana Hevbendîyê de ne hat lidarxistin, her weha hin mêvan ji rêxistinên navdewletî, alîyên piştgir, programên piştgir û Rêveberîya Sivîl ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di civînê de beşdar bûn Di roja yekem de: Kongire bi axaftineke pêşwazîkirinê ji alîyê xanim Nehla Elelî endama Encumena Birêveber ya Hevbendîya Rêxistinên Civaka Sivîl yên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê hat destpêkirin. Elelî der barê rola hevbendîyê di warê karên mirovî û hêvîyên girêdayî wê bo avakirina civaka sivîl ya ji bo hemû daxwazên ku pêdivîya herêmê bi wan heye de axivî, xanimê axaftina xwe berdewam kir û got: Tevî hemû zehmetîyên ku toşî hevbendîyê bi taybet û civaka sivîl bi giştî dibin, lê hevbendî dê her û her xebatên xwe berdewam bike, heta pêkanîna pêşkeftina hêvîkirî. Elelî girîngîya kongireyê bilind nirxand, ku ew dê kongireyeke sereke be ji karên hevbendîyê re, hem jî dê gelek pêşkeftinan li ser asta herêmê pêş kêş bike.
Axaftina Komîteya Amadekar, birêz Xalid Mehmûd hevrêzkarê programan yê Nivîsgeha Hevbendîyê pêş kêş kir, di axaftinê de der barê karûbarên ku Komîteya Amadekar bi wan rabûye û amadekarîyên ku di maweya amadekirinê de hatin kirin de axivî; ji şandina vexwendnameyan, dabînkirina cihgirtinê li otêlan û amadekarîyên teknîkî û lojistîk, her weha dabînkirina amadekarîyên hilbijartinan, da ku nimûneyî bin û bi awayê herî baş werin meşandin.
Paşê, promoyeke kar û çalakîyên hevbendîyê, ji gava ragihandina damezirandina wê ve, ku di meha dehan sala 2022an de bû hat pêşkêşkirin.
D. Nasir Hac Mensûr endamê Encumena Birêveber ya Hevbendîya Rêxistinên Civaka Sivîl yên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê, axaftina hevbendîyê pêş kêş kir. Di axaftinê de der barê pêvajoya damezirandinê ya hevbendîyê de axivî, ku ew gaveke cêwaz di warê civaka sivîl de da xuyandin, nexasim ku wekî van hevbendî û dikeyan li herêmê tune ne. Birêz Mensûr tekezî li rola hevbendîyê kir, ku xwe dispart civandin, algirtin, daxuyanî, guvaşkirin û bandorkirina ber bi guhartina hin biryar û pergalan ve. Her weha der barê rola ku dê encumenên xwecihî û komîteyên dê li gor pêdivîya her deverekê werin avakirina de axivî, ku êdî ev avanîya rêxistinî ya nû, ew ya herî nimûneyî ye ji dabînkirina pêdivîyên hevbendîyê û civaka sivîl re.
Di heman mijarê de, birêz Hozan Brahîm rêveberê cîbicîkar yê Rêxistina Impaktê, di axaftina xwe ya bi rêya zoomê tekezî kir li girîngîya hevbendîyê di warê civaka sivîl de û bipêşkeftina ku di encama ji nû ve gotûbêjkirina rêziknameyê, karkirina bo avanîyeke nû ku pêdivîyên hevbendîyê dabîn bike, li gel liberçavgirtina rewşa herêmbûnê bi dest xist, da ku ev hevbendî nerm be û hemû daxwazên vejandina rewşa civaka sivîl ber bi asta herî baş ve dabîn bike.
Her weha birêz Samir Elnaşif serokê Nivîsgeha Karûbarên Mirovî û Kar ya Bajarê Reqayê, axaftineke pêş kêş kir û tê de der barê rola ku hevbendî pê radibe kêfxweşîya xwe diyar kir. Hem jî tekezî li wê yekê kir, ku rola Rêveberîya Xweser pê radibe; roleke rêxistinî ji karên civaka sivîl re ye, lê rola civaka sivîl ew e ya ku rêxistin bi awayê herî baş pê radibin, di heman demê de astengîyên ku herêm toşî wan dibin li ber çavan bigirin.
Axaftina birêz Nîkolas Grînger şandîyê bilind yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê yê bo Bakur û Rojhilatê Sûriyayê:
“Ez hez dikim spasîya we bikim li ser vê vexwendinê, ku îro em tev li kongireya we bûne, ji min re cihê rûmetê ye ku ez li vir nûnerê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê me. Destpêkê, ez bipêşkeftina ku Hevbendîya Civaka Sivîl û rêxistinên endamên wê di salên dawî de di warê piştgirîya civaka sivîl li tevahîya Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê pêk anîye bilind dinirxînim. Hikûmeta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê pabendî baştirkirina jîyana gelê Sûrîyeyê dibe, lewre em bawer dikin ku rêya kêrhatî bo pêkanîna vê yekê, ew bi karê bi û bi rêya rêxistinên civaka sivîl re bi cih tê, ji ber vê egerê em pişta civakeke sivîl xurt û çalak li tevahîya Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê û hem jî li tevahîya Sûrîyeyê digirin. Rêxistinên mîna rêxistinên we, di warê xurtkirina nirxên demokrasîyê, handana beşdarbûna sivîl û xurtkirina hukumdarîya gelemper de bi roleke çalak radibin. Ez dixwazim balê bikişînim ser hin hevkarîyên ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi civaka sivîl ya sûrî re pê radibe, da ku armancên xwe yên hevbeş pêk bînin. Em bi xurtî pişta kedên civaka sivîl yên bo xurtkirina aramîya civakan û baştirkirina jîyana welatîyan digirin, em alîkarîyê ji civakên ku ji Daişê rizgar bûne re pêş kêş dikin, hem jî alîkarîya niştecihan dikin ku bi ser xwe ve werin, dîsan vegerin jîyana xwe berdewam bikin, xwe fêrî hinerine nû bikin da ku debara jîyana malbatên xwe dabîn bikin û bigihêjin xizmetguzarîyên sereke. Em bi xurtî pişta civaka sivîl digirin, ji ber ku rêzgirtina mirovan xurt dike û yên ku van mafan bin pê dike, di nav de Rêjîma Sûrîyeyê û ji bilî wê jî be, siza dike. Bipêşkeftina aramîya civakan, baştirkirina jîyana welatîyan, xurtkirina nirxên demokrasîyê û hukumdarîya gelemper, xurtkirina rêzgirîya mafên mirovan û berpirsbûnê; ev hemû nirxên sereke ne bo pêkanîna çareserîyeke siyasî domdar ji Sûrîyeyê re li gor biryara Encumena Ewlehîyê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî 2254, her gav jî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê pabendî vê yekê dimîne û bi gelê sûrî re kar dike da ku wê yekê pêk bîne. Di dawîyê de, ez dixwazim Hevbendîya Rêxistinên Civaka Sivîl yên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê spas bikim, li ser kedên ku li dirêjahîya sala bûrî dane, her weha serkeftinên berdewam ji we re hêvî dikim, ne tenê di vê kongireyê de, lê belê li tevahîya sala 2023yan.”
piştî çûna mêvanan, dîwanek ji bo birêvebirina civîna taybet ya rêxistinên hevbendîyê hat hilbijartin, ku rêzikname û avanîya pêşniyarkirî hatin gotûbêjkirin, paşê gotûbêj û pesendkirina rêziknameyê û guhartinên wê bo roja duyem hatin paşxistin.
Roja duyem:
Rêzikname, avanî û dengdan û pesendkirina pergala hilbijartinan bi hemû hûrgilîyên xwe ve hatin gotûbêjkirin, piştî dengdan û pesendkirina wê ji alîyê Komeleya Giştî ve. Paşê mîkanîzma hilbijartinan hat şîrovekirin û hilbijartin hatin destpêkirin. Paşê rêkarîya hilbijartina Encumena Birêveber li gor herêman bi dûv hevûdin re hat meşandin. Berî wê Gerînendeya Derve hat hilbijartin û du endam ji wê gerînendeyê wekî endamên Encumena Birêveber yên derve hatin bijartin. Paşê Encumenên Xwecihî yên herçar herêman hatin hilbijartin.
Encamên hilbijartina Encumena Birêveber (Borda Sereke)
Borda derveyî:
1. Rêxistina Me’ekum ya Geşedan û Aştîyê.
2. Rêxistina Taa Merbûta.
Herêma Cizîrê:
1. Rêxistina Dîmos.
2. Rêxistina Ezîdîna.
Herêma Feratê:
1. Navenda Sûrî ya Lêkolîn û Guftûgoyan.
Herêma Reqayê:
1. Rêxistina Geşedana Feratê.
2. Rêxistina Konê Aştîyê.
Herêma Dêra Zorê:
1. Rêxistina Dêruna.
2. Rêxistina Hetava Hêvîyê.
Encamên hilbijartina Borda Xwecihî*
Borda Xwecihî ya Herêma Cizîrê:
1. Komeleya Aştîyê.
2. Rêxistina Zemîn ya Geşepêdan û Avakirina Aştîyê.
3. Rêxistina Hetav ya Çaksazkirin û Geşepêdanê.
4. Rêxistina Roz ya Pûtepêdanê.
5. Navenda Mîtan ya Vejandina Civaka Sivîl.
6. Rêxistina Fecir.
7. Avakirina Rê.
8. Komeleya Amal ya Pûtepêdana Mafên Jin û Zarokan.
9. Medya Akademî.
10. Rêxistina Roj Kar ya Hawarçûn û Geşepêdanê.
11. Komeleya Peyam ya Pûtepêdana Sêwîyan.
Borda Xwecihî ya Herêma Reqayê:
1. Komeleya Pûtepêdana Tîşkoyîkirî
2. Rêxistina Roiya.
3. Rêxistina Asfîr ya Geşepêdanê.
4. Ciwanên bo Guhartinê.
5. Rêxistina Îwai.
6. Rêxistina El-Zacêl ya Civaka Sivîl.
7. Tîma Hêvî ya Mirovî.
8. El-Recai ya Hawarçûn û Geşepêdanê.
9. Ajyal ya Geşepêdanê.
10. Henîn El-Furat.
11. Komeleya Marî ya Çand, Huner û Jîngehê.
12. Jinên Hêvîyê.
13. Komeleya Lemesat Elxeyr.
Borda Xwecihî ya Herêma Feratê: (bi lihevkirina di navbera endaman de ava bû)
1. Îmar El-Mensûra.
2. Rêxistina Arzo
3. Rêxistina Klawd
Borda Xwecihî ya Herêma Dêrezorê: (bi lihevkirina di navbera endaman de ava bû)
1. Pirên Hêvîyê
2. Hevdîtina El-Nehreyn.
3. Pirên Hezkirinê.
4. Komeleya Etyaf ya Geşepêdanê.
5. Ewda ya Geşepêdanê.
6.Teknîkvanên Hecînê.
7. Hêvîya Baxozê ya Geşepêdanê.
8. Înaş ya Geşepêdanê.
9. Aştîya Domdar ya Geşepêdanê.
10. Zûrûna ya Geşepêdanê.
11. Nûn ya Geşepêdanê.
Piştî bidawîbûna hilbijartinan, D. Nasir Hac Mensûr bi pêşkêşkirina axaftina hevbendîyê kongire bi dawî kir, ku tê de hemû kesên beşdar û yên bi karê biserxistina kongireyê rabûn spas kirin.
Civîna Encumena Birêveber ya berfereh
Hevbendîya Rêxistinên Civaka Sivîl yên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê, di maweya rojên 06-07.12.2022an de, li bajarê Qamişloyê, bi beşdarbûna 24 endaman, civîneke berfereh li der xist, tê de endamên Encumena Birêveber û endamên Desteyên Xwecihî yên herçar herêman beşdar bûbûn, bi armanca gotûbêjkirina avanîya rêxistinî ya pêşniyarkirî û reşnivîsa rêziknameyê, bi beşdarbûna şêwirmendê teknîkî yê hevbendîyê birêz Emirû El-Newayîse. Beşdaran biryar da ku civîna Desteya Giştî (kongire) herdu rojên 11 û 12ê kanûna paşîn 2023yan li dar bixin, da ku dengdan û pesendkirina reşnivîsa rêziknameyê, her weha hilbijartina Encumena Birêveber û ya xwecihî ya herçar herêman werin birêvebirin, da ku berê xwe bidin nenavendîbûna ku rêxistinên hevbendîyê bi awayekî giştî lê erê kirin. Her weha rol hatin belavkirin û du komîte hatin çêkirin, yek ji bo şopandina bipêşxistina avanî û rêziknameyê bi şêwirmend re, ya din jî komîteyeke amadekarîyê ji bo li ser amadekirina lidarxistina kongireya giştî kar bike.
Çalakîyên rêxistinên ku di bin sîwana hevbendîyê de ne
1. Însaf ya Geşepêdanê:
Projeya Ewlehîya Me 5
2. Însaf ya Geşepêdanê:
Projeya tora avê ya Hewama
3. Girêbenda Jinên Elxedraa:
Şopandina karê programa rahênanê
4. Navenda Aştî û Civaka Sivîl:
Kampanyayeke bîrwerkirina xelkê der barê paşmayînên şer
5. Rêxistina Enwar Elxed:
Tîma Enwar Elxed, cîbicîkirina destpêşxerîya (Jîngeheke Paqij)ê dişopîne
6. Komeleya Vegerandina Hêvîyê:
Rûniştinên komxebata rahênanê ya pîşeya dirûtinê ya jinan dest pê dike
7. Navenda Umer Hemdî – Malva – ya Hunerê:
Rûniştineke guftûgoyî bo xurtkirina mîkanîzmên parastina dahatên nemetiryalî
8. Komeleya Yasmîn:
Destpêşxerîyek bo çaksazkirin û paqijkirina kolan û peyarêya kolana Dibistana Emar Bin Yasêr
9. Sewaiduna:
Ber bi ciwanên çalak ve
10- Dêruna ya Geşepêdanê:
Rahênanên wê di çarçoveya projeya beşa dirûtinê de