Sereke » Civînek berfireh ya Kombendiya Rêxistinên Civaka Sivîl li bakur û rojhilatê Sûriyê

Civînek berfireh ya Kombendiya Rêxistinên Civaka Sivîl li bakur û rojhilatê Sûriyê

21 views

Ji bo gotobêjkirina stratejiya kombûn û parêzvaniyê û pêşkêşkirina pêşniyaran ji bo mijarên girêdayî bakur û rojhilatê Sûriyê, endamên desteya rêvber ya giştî û desteya rêveber ya xwecihî civînek berfireh li dar xistin. Di civînê de jî sîstema navxweyî ya Hevbendiya Rêxistinên Civaka Sivîl li bakur û rojhilatê Sûriyê gotobêj kirin.

Ji bo gotobêjkirina mijarên girêdayî karê Hevbendiya Rêxistinên Civaka Sivîl li bakur û rojhilatê Sûriyê di dema çûyî de endamên desteya rêvber ya giştî û desteya rêveber ya xwecihî 3ê rojan li bajarê Qamişlo civînek berfireh li dar xistin. Di civînê de pêşdeçûna pirojeyan, destkeftên Hevbendiyê, pêşxistina stratejiya komkirin û parêzvanî hat gotobêjkirin.

Beşdaran pêşniyar kirin ku pêşî li ser rojeva mijarê were nîqaşkirin û bi danîna rojeva civînê rojane nêrînan werbigirin. Herwiha (nerîna meclisa xwecihî ji mijarên komkirin û parêzvanî )were guhertin bi (nerîna Hevbendiyê ji mijarên komkirin û parêzvanî ) tîma teknîkî jî ev yek qebûl kirin. Endamên desteya giştî behsa karê hevbendiyê ji destpêka damezrandinê heta roja kombûna kirin û li ser hilbijartina desteya rêvebiriya xwecihî, karê her du pirojeyên berê yên hevbendiyê, gotûbêjkirina çend mijarên girêdayî bi karûbarên rêxistinî , hewildanên desteya rêveber ya giştî ji bo pêşxistina sîstema navxweyî û civînên herêmî yên ku ji bo serrastkirina kar û xebata rêxistinan hatin lidarxistin û gotûbêj kirin. Di civînê de hat gotin ku xebat hêdî hêdî pêşde diçin, lê kêmasî baş e ji ber ku ezmûnek nû ye li bakur û rojhilatê Sûriyê. Derbarê xala duyem de nêrîna hevbendiyê derbarê mijarên komkirin û parêzvaniyê û karkirina li ser pêşniyarkirina mijarên girêdayî civaka sivîl li bakur û rojhilatê Sûriyê bû, ku amadebûyan diyar kirin ku pêwîst e rêxistinên girêdayî hevbendiyê hemî kom bikin. Mijarên ku dikarin li ser bên xebitandin ji bo ku ev mijar li gorî cewherê wan werin rêzkirin û gelo dê bi heman şêwazî were kirin, an dê li gorî herêman were dabeş kirin. Herwiha, ji bo hilbijartina her pirsgirêkê, divê li ser girîngiya pirsgirêkan, girîngiya wan û bikêrhatina wan ji bo civaka sivîl were berçavgirtin. Nêrîn li ser wê yekê cuda bûn ku gelo divê ev mijar ji hemû rêxistinên girêdayî hevbendiyê re were pêşkêş kirin, ji ber ku dibe ku hin rêxistin li hember nebûna nîqaşkirina nêrîna xwe ya derbarê mijarê de nerazî bin. Yan jî li ser endamên desteya rêvebir ya giştî û herêmî gotûbêj bikin, ji ber ku hilbijartina ji aliyê rêxistinên girêdayî hevbendiyê hêza biryardanê daye wan.

– Hat li hevkirin ku Hevbendî li ser sê xalan raweste berî ku mijarên seferberî û parêzvaniyê ragihîne. Ku ev xalin:

1- Daxwiyaniya seferberî û parêzvaniyê bi navê Hevbendiya Rêxistinên Civaka Sivîl li bakur û rojhilatê Suriyê be û navê rêxistinên ku tevlî Hevbendiyê bûne nenivisînin

2- Damezrandina tîmek yan kesên pispor di sêwirana mijarên seferberî û parêzvaniyê de û destwerdana bilez di rewşên lazgîn de

3- Dabeşkirina mijaran (neteweyî / civakî / bersiva bilez)

4- Di roja dudiyan ya civînê de bal hat kişandin ser awayê pêkhatina ku pisporê derve di civîna giştî ya dawî ya Desteya Rêvebir de pêşkêş kiribû û herwiha behsa sîstema navxweyî ya hevbendeyê hate kirin. Civîn ji aliyê yek ji endamên desteya birêvebiriya giştî ve hat lidarxistin û li wir dest bi nerînên roja borî kir. Pişt re derbasî şirovekirina karê hevbendiyê di sala yekem de û çawaniya nivîsandina pirojeyan bi armanca temamkirina sazîbûna wêû derbarê pêşniyara guhertina sîstema navxweyî ji ber ku ne li gorî rastiya karê hevbendiyê li ser erdê ye.

You may also like

Şîroveyekê bihêle

* Bi karanîna vê formê, hûn razîbûna xwe didin hilanîn û hilanîna daneyên xwe ji hêla vê malperê ve.